Hêzên Asayîşê ragihand ku wan li rojhilatê bajarê Reqayê operasyonek pêk aniye.
Asayîşê eşkere kir ku hêzên wan avêtiye ser kesên xeraber û yên ji edaletê re dihatin xwestin û hejmareke wan girtiye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku piştî şerê di navbera eşîra El-Medlij (El-Belasim) û eşîra El-Cemasa de, wan li ser daxwaza gel li rohilatê Reqayê bi hevkariya QSD’ê operasyonek pêk anî.
Asayîş: Me kesên xerabker û tawanbar girtin
Li gor Asayîşê encama operasyonê de hejmarek ji wan kesên ku destê wan di şer û pevçûnê de hebû hat girtin û tiştên bi wan re hatin desteserkirin.
Her wiha got ku di nav wan de kesên ku ji bo edaletê dihatin xwestin jî ketin zefta Asayîşê.
Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî piştrast kir ku ew ê her rê li ber kesên dixwazin aramiyê têk bibin bigirin û ji bo parastina herêmê dê têkoşînê bidomînin.