6 rewşên din li Şehbayê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 6 rewşên nû yên vîrûsa coronayê li Şehbayê hatin tomarkirin. Bi vê jî hejmara giştî ya nexweşan dibe 144 kes. Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê jî bang li şêniyan kir ku biryarên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê pêk bînin û bi komînan re alîkar bin. 

Desteya Tendursitî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî îro vê sibehê ragihand ku 6 rewşên nû yên vîrûsa coronayê li Şehbayê hatin tomarkirin.

Şevê din jî, Desteya Tenduristiyê mirina zilamekî 48 salî li Reqayê bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyên Coronayê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bû 144 kes, ji wan 10 baş bûne û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hevîn Hesen: Divê şênî bi komîn û meclisan re alîkar bin

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê gelek tedbîr û rêkar li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî hatine girtin..

Di vê derbarê de, Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Hêvîn Hesen diyar kir ku wan gelek rê û rêbaz ji bo parastina şêniyan bi pêş xistine.

Hêvîn destnîşan kir ku Şaneya Aloziyê pankartên mezin ên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê û xetereyên nexweşiyê, amade dike da ku li seranserî kantonê were belavkirin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê bang li şêniyan kir ku di malan de bimînin, rêkarên xweparastinê pêk bînin û bi komîn û meclisan re hevkar bin.

Back to top button