Fermandariya Navenda Parastina Gel: Ji ber çalakiyên 4, 5 û 6’ê Tîmehê, em gerîlla pîroz dikin

Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê 4, 5 û 6’ê Tîrmehê li dijî hêzên artêşa Tirk, çalakiyên bibandor pêk anîn.
Ji ber vê yekê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê şervan û fermandarên Pêngava Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê pîroz kirin.

Fermandariyê di peyama xwe de bi bîr xist ku gelê Kurd salvegera 40’î ya berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin û got;

Girîng e di 41 saliya vê berxwedanê de gerîllayên Kurdistanê bi heman bawerî û biryardariyê şer dikin.

Ji ber vê sekna bihêz, êdî artêşa Tirk xetimiye û ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike, şeva 4’ê Tîrmehê li rojavayê Zapê êrişa dagirkeriyê berfireh kir.

Gerîlla di kêliya pêşî de bersiva pêwîst da û di rêzeçalakiyan de 16 dagirker hatin kuştin û derb li 2 helîkopteran xistin.

Roja 5’ê Tîrmehê jî gerîlla derbên giran li dagirkeran dan û di van çalakiyan de 15 leşkerên din hatin kuştin.

6’ê Tîrmehê jî destpêkê derb li helîkopterê xistin, piştre jî kemîn danîn pêşiya baskekî dijmin û13 dagirker kuştin.

Paşê bi rêbazên sekvanî û serdegirtinê, 12 leşkerên din hatin kuştin.

Ji ber vê bersiva dîrokî, em hemû fermandar û hevrêyên şervan silav dikin.

Back to top button