Dewleta Tirk a dagirker li Dihokê 25 donim zevî şewitand

Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê, di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker 25 donim zeviyên gundiyan şewitîn.

Şewat ji aliyê gundiyan û tîmên parastina sivîl ve hat kontrolkirin.

Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê nêzî 25 donim zeviyên cotkaran ên gundê Sikêrê şewitîne û şewat ji aliyê gundiyan ve hatiye kontrolkirin.

Şewata ku li qadeke bilind derket ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.

Hat zanîn ku bombebarana artêşa Tirk li ser gundên derdora Amêdiyê didomin.

Du roj berê dewleta dagirker gundê Bokrîskanî yê Binarê Qendîlê bombe kiribû û di encamê de jineke 50 salî hatibû kuştin.

Back to top button