Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Bexdayê bû.
Piştî hevdîtinên li gel rayedarên hikûmeta Iraqê, derbasî Hewlêrê bû.
Wê Fîdan di nava rojê de li gel her sê Barzaniyan bicive.
Hakan Fîdan di saetên dereng ên şevê de derbasî Hewlêrê bû.
Fîdan ji aliyê berpirsên hikûmeta demkî ya Başurê Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Tê payîn di nava rojê de Fîdan li gel her sê Barzaniyan bicive.
Li gor çavkaniyan, wê di civîna li gel Barzaniyan de li ser mijara ewlehiyê, aborî û neftê baxive.