Çetîn Ûyar: Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şens e

Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar derbarê tecrîda li dijî rêber Apo axivî.

Çetîn Ûyar destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e û got:

“Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe ya siyasî bibihîse û vîna wî yê siyasî muxatab bê girtin.”

Ûyar anî ziman ku ev tecrîda mutleq bandorê li hemû mirovahiyê dike.

Girtiyên siyasî di şert û mercên pir dijwar de dimînin ,Armanca wan tepisandina girtiyên siyasî ye.

Ne dikarin malbatan ne jî girtiyan bitepisînin. Tekane sedema van çewisandinan tecrîda li ser Rêber APo ye.

Çetîn Ûyar herî dawî destnîşan kir ku divê hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê kirin û got:

“Em tenê rakirina tecrîdê naxwazin, em doza azadiya fîzîkî ya Ocalan jî dikin. ”

Şewket Akdemîr: Divê her kesek ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe

Back to top button