Mihemedê Mûsê: Yekîtî tenê bi du partiyan çênabe!

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê ragihand ku, yekîtî tenê bi du partiyan çênabe û divê hemû partî beşdarî prosesa siyasî bibin. Mûsê desntîşan kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê ne mîna aliyên din e û nabe tenê bi du partiyan ve were girêdan.

“ENKS’ê dixwaze Rojava tenê bi du partiyan ve girê bide”

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê di hevpeyvînekê li gel Ronahî TV diyar kir ku “Partiya Çep û hemû partiyên din, duqoliya ENKS’ê dixwaze li ser rewşa Kurdên Rojava bisepîne û partiyên din li derve bihêle, qebûl nakin”

“Divê hemû partî beşdarî xebatan bibin”

Mihemedê Mûsê destnîşan kir ku “Eger mijar yekîtiya Kurdî ye, tevahiya tevgera siyasî ya Kurdî pêve girêdayî ye û divê hemû partî beşdarî prosesa siyasî bibin û diyalogeke cidî di vê çarçoveyê de çêbibe.”

“Amerîka û Fransa soza daye”

Mûsê da zanîn ku “Amerîka û Fransa gotine, ev bihaneyek ENKS’ê ye û qonaxa yekê bila navbera PYD’ê û ENKS’ê de be û soz daye ku di qonaxa dudiyan de wê hemû partî beşdarî prosesê bibin.”

“Gelek xal navbera PYD’ê û ENKS’ê hatine nîqaşkirin”

Mihemed Mûsê got jî “Bi qasî me bihîstiye qonaxa yekê û zêdetir jî bi dawî bûye. Gelek mijar navbera PYD’ê û ENKS’ê de hatine nîqaşkirin û heta hinek xalên siyasî jî hatine nîqaşkirin û hîna ji ENKS’ê partiyan qebûl nake.”

“Rojava ne mîna aliyên din ên Kurdistanê ye”

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê qala tayebtmendiya rewşa Rojava jî kir û destnîşan kir “Eger ENKS’ê dixwaz rewşa Rojava bi du partiyan ve girê bide, ev xewnek e. Ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê ne mîna aliyên din ên Kurdistanê ye (Başûrê Kurdistanê)”

“Dervehiştina me binketina prosesê ye”

Mihemedê Mûsê helwesta xwe bi eşkereyî ragihand “Em bi yekîtiya Kurd û tevgera siyasî ye Kurdî re ne. Lê eger beşê mezin ê tevgerê li derve bimîne, nayê qebûlkiri û wê şerê wê were kirin. Ev tişta ku ENKS’ê dixwaze nagihêje serî”

Back to top button