Rûspiyên Til Temirê hemû şêwazên dagirkiriyê red dikin

Rûspî û serokeşîrên herêma Til Temirê careke din hemû şêwazên dagirkirina xaka Sûrî redkirin û teqez kirin ku tekane çareseriya aloziya Sûriyê erêkirina Sûrî-Sûrî ye. Rûspiyan diyar kirin, ew ji bo Sûriyeke nenavendî ku mafê hemû pêkhateyên biparêze dixebitin.

Bi însiyatîfa Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê û meclisa navçeya Til Temirê civîneke berfireh ji rûspiyên eşîran, kesayetên Kurd û xiristiyan li ser asta herêma Til Temirê ya kantona Hesekê re hat çêkirin.

Rûspiyên eşîrên Dêra Zorê û navçeya Şedadê jî tevlî civînê bûn.

Di civînê de rola eşîran, hevgirtina li hember hêzên dagirker û rewşa siyasî û leşkerî hatin nîqaşkirin.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo teqez kir ku Rêveberiya Xweser yekîtiya xaka Sûriyê diparêze.

Xelo li hember hêzên dagirker banga yekîtiyê li hemû pêkhateyên herêmê kir.

Endamê Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Çekdar Efrînî jî îşaret bi girîngiya aktîfkirina rolê eşîr û pêkhateyên herêmê kir û dest nîşan kir ku aloziya Sûriyê tenê bi erêkirina Sûrî-Sûrî çareser dibe.

Piştî nîqaşên berfereh li ser rewşa herêmê, kêmasiyên heyî û rêbazên çareseriyê daxuyaniyek hat dayîn.

Rûspiyên til Temirê: Em sûriyeke nenavendî û demokratîk dixwazin

Rûspiyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê li ser bingehê erêkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyan û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêkan e.

Rûspiyan teqezî bi piştevaniya xwe ya bi hêzên QSD’ê re kirin û hemû şêwazên dagirkeriyê û di serî de ya dewleta tirk li ser xaka Sûrî red kirin.

Her wiha banga diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de kirin.

Rûspiyên Til Temirê di dawiyê de, hemû awayên derxistina tevlîheviyê li herêmê û avakirina hêzên leşkerî û mezhebî li herêmê jî red kirin.

Back to top button