”Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan bidomînin”

Yekitiya Jinên Ciwan ya Minbicê çalakiyek konvedanê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan kon li navenda Yekitiya Werzîşê vegirt.

Di bin konê çalakiyê de, hevseroka ciwanên rêxistinên civaka sivîl Şêrîn Ehmed axivî û got:

Ji dema rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî bi parêzerên xwe re got, ew dikare di hefteyekê de dengê çekê qut bike, dewleta Tirk tecrîd girantir kir.”

Şêrîn da zanîn ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst bi armanca dûrxistina gel ji perspektîfên rêbertî yên çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn tecrîd li dijî wî ferz kiriye.

Di çalakiyê de zarokan helbest xwendin.

Back to top button