Bi pêşengiya Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzidî li Şengalê konê çalakiyan ji bo azadiya Rêber Ocalan hat vedan.
Bi pêşengiya ciwanên Şengalê li komlageha Dugurê a Şengalê konê çalakiyan hate vedan.
Di destpêka çalakiyê de Endamê Yektiya Ciwanên Êzdîxanê Salim Zerdeşt axivî û got: “Em jî wek ciwan heya agahiyê ji Rêberê xwe negirin emê her di nava çalakiyan debin.
Ev konê me wê 5 rojan dewam bike lê çalakiyên me wê tenê bi kon sînordar nemînîn.”
Li ser navê TAJÊ Şemê Remo jî axivî û got;
“Fikrê Rêber Apo em gihandin vê astê ku xwe li ser piyan bigrin û bibin xwedî îrade.
Em jî wek civaka Êzidî heya zarokekî me hebe ji bo azadiya serokatî em ê di nava tekoşînê debin û li Rêbertî xwedî derkevin.”
Piştre li ser rastiya Rêber Ocalan sinevizyon hate pêşandan.