Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro jî berê topên xwe da gundên Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên beriya niha bi çend saetan gundê Til El-Leben yê Til Temirê bi obîsan topbaran kir.
Di seatên piştî nîvro de jî dagirkeran gundê Seyda û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kir.
Danê vê sibehê jî gundê Gozeliyê yê rojavayê Til Temirê rastî topbaranê hatin.
Dewleta Tirk gundên Cêşan, Koran, Carxilî, Ziyaret û Seftik ên rojhilatê Kobanê topbaran kirin.
Gundên Zormixar, Şiyûx Jorîn ên rojavayê Bajar jî bi çekên giran hatin topbaran kirin.