Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Til Temirê Şera û Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin.
Di topbarana li ser gundên Şêra de 4 leşkerên hikumeta şemê birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker gundên aqîbê, Soxanekê ya girêdayî navçeya şêrawa jî bi dijiwarî topbaran kirin.

Şêra-Di êrişa Tirkiyê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di encama topbaranê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê Birîndar bûne.

Hemwextî topbaranê, balafirên keşfê jî digeriyan.

Dagirkeran gundê Um El-Kêf yê Til Temir topbaran kir

Beriya wê jî, hat ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Agahiyên berfiretir têkildarî topbaranê û encamên wê nehatin bidestxistin.

Back to top button