”Ji bo çareserkirina kirîza Sûrî em ji diyaloga re vekirinîne”

Endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Hesen Mihemed Elî di panela diyalogê de diyar kir ku MSD′ê ji bo diyalog û lihevkirina bi hemû sûriyan re, vekirî

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernava “Êrişên dewleta Tirk û bandorên wê li ser rêveçûna çareseriya siyasî li Sûriyê” panelek li dar xist.

Tê de rewşên siyasî yên dawî bi gel û siyasetmedaran re nîqaş kir.

Di panelê de endamên partiyên siyasî yên li Hesekê, rûspiyên Meclisa Rûspiyan, endamên rêxistinên civaka sivîl û meclisên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Hesen Mihemed Elî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawî axivî û got: “Armanca êrişan ew in ku armanên xwe projeya xwe ya mêtîngeriyê pêk bîne.”

Panel bi nîqaşên li ser çawaniya bersivdana êrişan, pêwîstiya hişyarkirina civakê bi rêya civînên girseyî, bi dawî bû.

Back to top button