Dezgeha Asayîşa Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sinorê parêzgeha Silêmaniyê, Çemçemal, Şarezur û Xaneqîn planek mezin a çeteyên DAIŞ’ê hat têkbirine û di operasyona 5 mehan de 54 DAÎŞ’î hatine girtin.
Asayîşa Başûrê Kurdistanê îşev bi daxuyaniyek ragihand Asayîşa Silêmaniyê di encama operasyonên 5 mehan de li sinorê parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê 54 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Her wiha di encamê de 3 çete jî hatin kuştin û gelek cihên ku çeteyan xwe têde vedişartin jî hatine dîtin.
Asayîşa Silêmaniyê di encama operasyonê de kariye hemû emîr û endamên ‘wilayeta DAIŞ’ê ya Silêmaniyê’ bigre.
Her wiha hat diyarkirin ku kesên hatine girtin jî peywendiya wan bi kiryarên terorîstî yên li Qeredaxê re hebû.



