Macron di hevdîtina xwe ya digel malpera Prot a nûçeyan de serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi girtin û binpêkirina azadiyên gelê Tirkiyê tawanbar kir.
Tawana Emmanuel, piştî gotina Erdogan a “Macron bûye barekî giran li ser milê Fransayê”, hat.
Serokkomarê Fransayê bang li Erdogan kir ku pabendî rêzgirtina gelê xwe bibe û hew binpêkirinan der heqê wan de bike.
Ne tenê Macron, berî 3 rojan, Saziya Dîdargeha Diyalogê jî raporek bi navnîşana “Tirkiye li paş Sûran e” derxistibû.
Di raporê de, çewisandina Kurdan, rewşa azadiyan, serxwebûna dadweriyê, mafên jin û zarokan, rewşa penaberan û rewşên gendeliya pergala serwer a Erdogan hatibûn vegotin.
Raporê dabû xuyakirin ku jimara girtiyan li Tirkiyê, gihîştiye 291 hezar û 546 kesî.
Her wiha zêdeyî 430 zarok ku temenên wan 12 in, di zindanan de dijîn.