Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190’an de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ên li girtîgehên dewleta Tirk yên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û Azadiya wî di roja 190’î de dewam dike.
Hevseroka Federasyona Piştevaniyê ya Malbatên Girtîyan a Amedê Elîf Harran diyar kir di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser hemû civakê tê meşandin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 38’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 190’î’an de ye.

Çalakiya grevê li Mexmûrê jî di roja 169’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 152′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Elîf Harran: Daxwaza girtiyan daxwazek rewa ye

Hevseroka Federasyona Komalên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê(Med Tuhad-Fed) Elîf Harran der barê grevên birçîbûnê de nirxandin kir.

Elîf diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bi dawî bibe û wiha got:

Bi girankirina tecrîdê re qeyrana aboriyê, komkûjiya jinê û destrêjiya li dijî zarokan jî zêde bû.

Tecrîd bi gelemperî bandorê li ser hemû qadên jiyanê û civakê dike.

Em nikarin bibêjin ku tecrîd îro bi tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin.

Dema mirov dinêre hemû civak di bin bandora tecrîdê de ye.

Elîf, bi bîr xist ku di sala 2018’an de ji ber tecrîda girankirî bi pêşengiya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Îro jî bi heman daxwazê li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kiriye.

Hevseroka (Med Tuhad-Fed) Elîf Harran herî dawî bang li hikûmetê kir ku dengê girtiyan bibihîze.

Back to top button