Ciwanên Dêrikê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê li gundê Til Xenzîra Jorîn ê herêma Koçerat a Dêrikê pîroz kir.
Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên herêma Koçereta beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Koçerata Sabir Xidir axivî û got:
“Em salvegera damezirandina PKK’ê li gerîlayên pîroz dikin ku destanên qehremanî û fedakariyê li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran dinivîsin.”
Xidir bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî şermezar kir û diyar kir ku erka ciwanan e piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.
Piştre xelekê govendê hatin gerandin.