Li Bexdayê konferansa Kurdên Feylî û Êzidî hate lidarxistin

Li Paytexta Iraqê Bexdayê konferansa Kurdên Feylî û Êzidî hate lidarxistin. Di konferansê de dîroka Kurdên Êzidî û Feylî, rewşa jinan û gelek mijarên din hate nîqaşkirin. Herwiha sazî û rêxistinên Kurd û yên biyanî ji bo konferansê peyamên piştgiriyê şandin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê konferansa Kurdên Feylî û Êzidî bi şîara ‘Berbi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê’ pekhat.

Konferans ji aliyê Kurdên Êzidî û Feylî ve hat organîzekirin.

Dr. Yasîn Bapîr: Ji bo dîtina çareseriyekê konferans tê lidarxistin

Axaftina destpêkê ya vekirina konferansê endamê Lijneya Amadekar ya Konferansê Dr. Yasîn Bapîr kir.

Bapîr diyar kir hemû pêkhateyên li Iraqê gelek caran rastî bê îstikrariyê hatine û got:

“Ji bo dîtina çareseriyekê, ev konferansa me ya hevbeş tê lidarxistin.”

“Bi yekitiya jinên Êzidî û Feylî wê jin azad bibe”

Piştî axaftina vekirinê, peyamên Kurdên Feylî, Jinên Feylî û Partiya Azadî û Demokrasiyê PADÊ hatin xwendin.

Di peyaman de qala girîngiya yekîtî û piştgiriya ji bo îdareya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bidestxistina mafên gelên herêmê hate kirin.

Di peyaman de hate gotin; “Bi yekîtiya jinên Êzidî û Feylî wê jin azad bibe.”

Di panêla 1. de dîroka Kurdên Êzidî û Feylî û dosya wan hate niqaşkirin

Piştî xwendina peyaman li ser mijarên cuda du panel hate lidarxistin

Di Panela yekem de dîroka Kurdên Êzidî û Feylî û dosya wan hate nîqaşkirin.

Jina çalakvan a Feylî Niwal Ebdulwehab têkildarî dîroka kevin a Kurdên Feylî, Parêzvan û Çalakvanê Êzidî Azad Ebdu jî têkildarî dîroka Êzidiyan axivîn.

“Pêwîste jin xwe rêxistin bikin û mafê xwe bi dest bixin”

Di panelê de hate gotin ku timî Êzidî û Feylî rûbirûyî komkujiyan bûne û niha jî eger jinên Êzidî xwe rêxistin nekin wê rûbirûyî komkujiyek din werin.

Pispora karûbarên jinan Dilşa Osman jî têkildarî mijarê axivî û got,

“Pêwîste jin xwe rêxistin bikin û mafê xwe bi dest bixin.”

Di panêla 2. de rewşa Feylî û Êzidiyan hate guftugokirin

Di panela dûyem ya konferansê de jî rewşa Feylî û Êzidiyan ya piştî sala 2003’an hate guftugokirin.

Pisporê doza Feyliyan Riyaz Feylî bi navnîşana ‘Piştî rûxîna rejîma Baas heya niha, rewşa Kurdên Feylî’ û parêzer Qasim Xelef jî bi navnîşana ‘Piştî rûxîna rejîma Baas heya niha, rewşa Êzidiyan û ezmûnên di xwerêberiyê de’ gotar pêşkêş kirin.

“Tekane çareserkirina pirsgirêkan projeya netewa demokratîk e”

Di axaftinan de projeya çareseriya demokratîk weke çareserîya yekane a ji bo pirsgirêkên pêkhateyên li Iraqê hate diyarkirin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî li ser çareserî û projeyên ji bo doza Feylî û Êzidiyan axivî û qala girîngiya projeya netewa demokratîk kir.

Sazî û rêxistinên derveyî welat peyamên piştgiriyê şandin

Herwiha gelek sazî û rêxistinên derve jî ji Konferansa Kurdên Êzidî û Feylî re peyamên piştgiriyê şandin.

Di peyaman de îşaret bi girîngiya bihevre xebatkirina ji bo bidestxistina aştî û jiyana hevpar û misogerkirina mafên pêkhateyan hate kirin.

Back to top button