Konferansa Kurdên Feylî û Êzidî bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Kurdên Feylî û Êzidî bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de gelek bîryarên girîng hatin eşkere kirin.

Di dawiya konferansa Kurdên Êzidî û Feylî ya ku li Bexda hate lidarxistin encamname hate eşkere kirin.

Di encamnameyê de girîngiya xebatên hevbeş ê ji bo parastina pêkhateyên resen ên Iraqê û misogerkirina mafên wan hate destnîşankirin.

Encamname ji 17 xalan pêk tê û ji aliyê kesayetê Êzidî Şêx Semîr ve hat xwendin.

Hin xalên encamnameyê wiha ne;

Têkoşîn ji bo bihêzkirina hebûna siyasî, civakî û çandî ya herdu pêkhateya Faylî û Êzidî.

Yekgirtin û serbixweyiya gotar û biryara siyasî.

Bi fermî komkujiya Êzidiyan were naskirin.

Êrêşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û derdora wê weke berdewamiya êrişên DAIŞ’ê û dewleta Osmaniyan ya ji bo komkujiya pêkhate û binpêkirina serweriya Iraqê were naskirin.

Îradeya pêkhateyan li ber çavan were girtin û li hemû saziyan nûnertiya wan bê cudahî were misogerkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastina çand, bîrûbawerî û coxrafiya Êzidiyan were naskirin.

Rê were vekirin ku rêveberiya Şengalê sûd ji alîkariya navneteweyî bigire. Hikûmeta Iraqê bûdceya taybet ji bo wê veqetîne.

Karkirina li ser hîmê herêmên wêranbûyî yên Faylî û Êzidî û vegera koçberan li ser warê xwe. Dûrxistina pêşbaziyên hizbî û rêxistinên siyasî yên navxweyî û derve.

Redkirina lihekvirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û were itirafkirin ku ev lihevkirin bi ti awayî nûnertiya îradeya Êzidiyan nake.

Ji bo vegerandina jin û zarokên Êzidî yên hatine revandin û ji bo avakirina navendekî ji nû ve perwerdekirinê hewl were dayîn.

Li hemberî hewldanên ji bo guhertina şûnwarên Êzidî û Feyliyan rawestîn û herwiha her sê serokên Iraqê çavdêriyê bikin.

Di çarçoveya bihêzkirina sîstemekî nemerkezî de rê were dayîn ku Komelgeha Kurdên Feylî li Bexda û herêmên din ên Iraqê xwe rêxistin bikin.

Pêwîste jin li tevahiya karûbaran de rola xwe zêde bikin. Daxwazê ji tevahiya jinên pêkhateyan dikin ku têkoşîna jinan rêxistin bikin û sûd ji ezmûna hev bigirin.

Back to top button