Xameneyî, Erdogan hişyar kir: Oparasyoneke leşekerî ya li dijî Sûrî wê ziyanê bigihîne herêmê

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan ji bo têkbirina aramiya li herêmên bakurê Sûriyê li pey pilanên qirêj e. Erdogan divê çarçoveyê de berê xwe da Tahranê. Lê diyare daxwazên wî li Îranê bêbersiv man. Lîderê Olî yê Îranê Xameneyî, Erdogan hişyar kir û got: Oparasyonek leşkerî ya li bakurê Sûriyê wê ziyanê bigihîne tevahiya herêmê.

Rewşa li Sûrî di rojeva germ a li Tahranê de ye.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yê di nava mehên dawiyê de bi eşekere gefên tevgereke dagirkeriya nû li herêmê dixwe çavê wî li Îranê bû.

Erdogan doh bi şev berê xwe da Tahranê.

Daxwazên Erdogan yên dagirkeriyek nû li bakurê Sûriyê, ji aliyê Îranê ve rastî bertekan hat.

Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî helwesta welatê xwe ya derbarê mijarê de bi eşkereyî anî ziman.

Xamineyî di hevdîtinê de ji Erdogan re got, “Her êrîşeke leşkerî ya li ser Bakurê Sûriyê bê guman wê zerarê bide tevahiya herêmê.

Ev êriş wê tenê di berjewendiya terorîstan de be.”

Xamineyî hişyarî da ku êrîşeke bi vî rengî wê bibe sedema kiryareke siyasî ya ku ji hikûmeta Şamê tê hêvîkirin

Her wiha nêrîna xwe anî ziman ku divê Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsya pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin.

Hat destnîşankirin ku Tehranê ji bo têkoşîna li dijî terorê garantiya hevkariyê da Enqereyê.

Lê oparasyoneke nû ya dagirkeriya dewleta Tirk ya li bakurê Sûrî nepejirandiye.

Xameneyî careke din îşaret bi yekparetiya xaka Sûriyê kir û ev tişt anî ziman:

Parastina yekparetiya xaka Sûriyê gelekî girînge.

Êrişek li dijî bakurê Sûrî bi giştî wê ji bo herêmê ziyaneke mezin be.

Erdogan beriya niha gotibû, Tirkiye wê li ser sînorê Sûriyeyê “korîdoreke ewlehiyê” ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bike, ji bo vê yekê jî gefa oparasyoneke dagirkeriyê ya nû xwaribû.

Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Amerîka jî beriya niha ragihandibûn ku oparasyonek wiha wê tenê di berjewendiyên çeteyên DAIŞ’ê de be.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di daxuyaniya çapemeniyê ya 15’ê Tirmehê de ragihand ku ji ber gefên Tirkiyê têkoşîna li gel çeteyên DAIŞ’ê lewaz bûye.

Back to top button