Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê banga xwedî derketina li Rêber Apo kirin

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penabera a Mexmûrê, bi daxuyaniyekê ragihand ku divê demek ji ya din zûtir pergala li Îmraliyê were hilweşandin.

Daxuyanî li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Hogir hat dayîn û wiha hat gotin: “Dibin navê cezayê disîplînê de, dewleta Tirk a faşîst, Rêber Apo xistiye bin tecrîdek giran de.

Pergala Îmraliyê pergala êşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin.

Li dijî tecrîda li ser Rêbertî bêdengiya cîhanê tê wateya hevkariyê.

Pêwîste ev tecrîd bi awayek lezgîn were rakirin, ji ber ku mifteya çareseriyê Îmraliye.

Em wek Komîteya Tenduristî ya Wargeha Mexmûrê bang li wijadana mirovahî, akademîsyen, rewşenbir û saziyên xwedî pîvanên exlaq dikin ku xwedi li Rêber Apo derbikevin.”

Back to top button