Kongra Star: Dengê xwe li dijî qirkirinê bilind bikin

Koordînasyona Kongra Star û Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cuda 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.
Di daxuyaniyên wan de bang li jinan hat kirin ku li hember tevahî sûc û binpêkirinan dengê xwe bilind bikin. 

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê li jinên Cîhanê û taybet yên herêmê pîroz kir û ev got:

” Roja Jinên Kedkar a Cîhanî berhemê têkoşîna bi milyonên jinên Cîhanê û yên Kurd weke Zehra Berkel, Yadê Eqîde û Hevrîn Xelef e.

Ev roj rastiya jina azad e.

Berxwedana wan bû esasê rêxistina hemû jinan.”

Kongra Star anî ziman sîstema hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser hiştiye jin roleke pêşeng di hemû qadên rêxistinî de bilîze, bûye model û ji tevahî jinan re bûye ilham.

Der barê tecrîda li ser Rêber Apo jî Kongra Star banga bilindkirina asta tekoşînê kir û ev got:

”Sîstema tecrîda ku li ser Rêber APO hatiye sepandin, tecrîda li ser jinan û civakê bi giştî ye.

Ji ber vê yekê ji bo rakirina tecrîda plankirî divê em têkoşînê xurt bikin, dîwarê girtîgeha Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzkî ya Rêber APO misoger bikin.”

Dawiyê jî Kongra Star bang li tevahî jinên cîhanê kir ku dakevin qadan, li hemberî tevahî qirkirinan dengê xwe bilind bikin heta ku edalet, wekhevî û demokrasî pêk werin.

Nivîsgeha jinan a TEV-DEM bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê jî der barê rojê de daxuyaniyek da û tê de ev got:

“8’ê Adarê bi saya jina têkoşer û fedekar li hember siyasetên hêzên kapîtalîst û li dijî zihniyeta baviksalariyê pêk hat.

Ew roj îro bûye mîras û xala veguherîneke mezin di jiyana jinan de.”

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê dawiyê bal kişand li ser berxwedan û têkoşîna jinên Kurd û ev tişt anî ziman:

”Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê jinên kurdistanî xwe li ser rêgez û nirxên cewherî yên mîrasa dîrokî ya jinan ava kir û ji bo birêvebirina jinên serdemê di parastina nirxên mirovahî û exlaqî de bûne nimûne.”

Back to top button