Li Silêmaniyê bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 10’ê Çileya 2013’an, merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de li ser navê RJAK’ê Bano Helebceyî û Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên axivîn.
Di axaftinan de her du komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin, şehîdên komkujiyê hatin bîranîn û behsa kesayet û têkoşîna Sakîna Cansiz û rêhevalên wê hat kirin.
Piştre li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hat pêşandan.
Di dawiyê de xelata salane ya Sakîne Cansiz pêşkêşî jina siyasetmedar a Kurd Amîne Kakebawe hat kirin.
Kakebawe jî bi dîmen peyamek pêşkeşî kir û tê de got: “Ez jî wê xelatê pêşkêşî hemû şehîdên Kurdistan û jinên Rojhilatê Kurdistanê dikim ku bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest bi serhildanê kirine.”