Qibris: Tirkiye, sûdê ji nakokiyên Rûsya û NATO’yê digire, da xwe li herêmê bi hêz bike

Hikumeta Qibris dibêje, ” dewleta Tirk sûdê ji nakokiyên navbera Rûsya û NATOyê werdigire, da destê xwe bi temamî deyne ser Rojhilatê Deryaya Spî.

Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades ragihand ku “ji ber xebatên Amerîkî yên dixwazin Qibrisê di bin siya Hevbendiya Rojavayî de bihêle, dewleta Tirk nerazîbûnan nîşan dide.

Anastasiades anî ziman ku civaka navdewletî gavên guncaw bo tevgera dewleta Tirk li herêma aborî ya Qibrisê nestand, ev jî rê li ber şerekî mezin vedike.

Serokê Qibrisî got:

Tenê Fransa roleke baş di vê herêmê de lîstiye û em hêvî dikin bi rêya wê , YE bi xurtî nêzî mijara Rojhilatê Deryaya Spî bibe.

Tê zanîn, di dawiya sala borî de, Hêzên Fransî û Qibrisî munawere li rojhilatê Deryayê pêk anîbûn.

Dewleta Tirk jî, vê herêmê weke malê xwe dibîne û her çi qas YE rêzecezayin lê birî jî, hîna dewleta Tirk li wir çalakiyên lêgerîna gazê dewam dike.

Back to top button