ZDF: Droneyên dewleta Tirk bi kameraya Alman êrişan dike

Qanala Dewletê a Elmanyayê ZDF, bi lêkolîneke eşkere kir ku kameraya balafira bê mirov ya bi navê ”Bayraktar” a ku Dewleta Tirk komkujîyan pêk tîne, Almanya çêdike.

Qenala Elman ZDF, di bernameya xwe de careke din bal kişande ser mijara balafirên bê çek yên Dewleta Tirk.

Di encama lêkolînêke de derket holê ku kameraya droneyên Dewleta Tirk jî malê Elman in.

Bi vê yekê re careke din piştgirîya Hikûmeta Elmanya a ji bo çek û amûrên leşkerî ên ji bo Tirkîyê, derket holê.

Dewleta Tirk bi van çekan gelek komkujî pêkanîne û bi dehan sivîl şehîd xistine.

Qurbanîyên herî dawî yên vê droneyê jî, li taxa Hilêlî yê a Qamişlo li dijî welatparêzê Kurd Apê Yusiv Gulo û kesên ji malbata wî bûn.

Di lêkolînê de tê gotin, ji ber ku kemarayên Dewleta Tirk ên bi xwe çêdike kêr nayê, ji şîrketa Elman a bi navê Hensoldt kameraya bi navê Argos dikirin û ji bo balafirên xwe bikartînin.

Back to top button