Lîbiya -Çeteyên Erdogan xwe ji êrîşeke berfireh re amade dikin

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku komên Terablusê û çeteyên Tirkiyê xwe ji êrîşeke berfireh re hazir dikin. MIX

Mismarî diyar kir ku yekîneyên wan ev tevger şopandine û li gorî wî, ev kom plana êrîşê ji hemû aliyan ve dikin.

Artêşê duh her wiha, embarên çekan û odeya operasyonên hevbeş li balafirgeha Miêtîqayê kirin armanc.

Li gorî artêşê, di vê odeyê de çeteyên Sûrî û şêwirmendên Tirk hebûn.

Tevî ragihandina agirbesta li Lîbyayê, dem bi dem şer li piraniya eniyên başûrê Terablusa paytext rû didin.

Beriya niha jî, Artêşa Niştimanî teqez kiribû ew ê têkoşîna xwe heya rizgarkirina tevahiya xaka Lîbyayê bidomînin û dagirkeriya Tirk li welêt bi dawî bikin.

 

Back to top button