”Projeya jinênEefrînê yên windayî”

Missin Afrin Women Project (Projeya Jinên Efrînê yên Winda), ji 2018’an û heta niha revandina zêdeyî 200 jinî belge kir.

Ev proje hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe yên li Efrînê belge bike.

Lewra proje bûyerên revandina jinan li ser malpera înternetê ” radixe pêş çavan û diyar dike ku kîjan bûyera revandinê ji aliyê kîjan komên çeteyan ve pêk hatiye.

Di rapora dawî ya saziyê de hate ragihandin ku li Efrînê tenê meha Mijdarê 11 jin hatin revandin û yek jê hate berdan, lê 10 jin hîn jî winda ne.

Ji afrînerên projeyê Meghan Bodetta ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA re axivî û eşkere ku ji Çileya 2018’an û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin, ji sê paran du jê hîn jî winda ne.

Back to top button