Serokkomarê Qirxizistanê îstîfa kir

Serokkomarê Qirxizistanê Sooronbay Ceenbekov piştî aloziya siyasî ya piştî hilbijartinan rû da, îstifa kir.

Serokkomarê Qirxizistanê Sooronbay Ceenbekov got:

“Ez xwe li desthilatdariyê asê nakim.

Naxwazim bibim serokkomarek ku guleyan li welatiyên xwe direşîne û bi vî rengî naxwazim bikevim dîroka Qirxizistanê.”

Ceenbekov hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku dema welat aram bû ew dikare xwe ji desthilatdariyê vekişîne.

Di 4’ê Cotmehê de bi hinceta ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin û deng hatine dizîn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kiribûn û komên muxalîf ên cuda gelek avahiyên dewletê dagir kiribûn.

Serokwezîrê neteweperest ê ji aliyê parlamentoyê ve hate hilbijartin, dixwest ku Ceenbekov tavilê îstifa bike.

Back to top button