Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di rûniştinekê de hin bendên qanûna betlane û boneyan a Rêveberiya Xweser guhert.
Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî rûniştina xwe ya 29’an li Reqayê li dar xist.
Di rûniştinê de nîqaşên ji bo guhertina madeya 10’an a qanûna gumrikê hat kirin.
Xala 10 wiha hat guhertin;
Pereyên gumirkê li gorî qanûn û biryarên hevserokatiya meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser tên ferzkirin, guhertin û rakirin.
Nîqaşên li ser guhertina hin bendên qanûna betlaneyan jî hat kirin.
Li gorî vê,
5’ê Cotmehê ku cejna mamosteyan e, wê bi fermî li dibistan û zanîngehan bibe betlane.
Her wiha 21’ê Adarê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê û 13’ê Gulanê jî ji bo cejna dayikan, wekî rojên betlaneya fermî hatin pejirandin.