Herêm Kemal Axa: Iraqê ti kartên zextan li beramber Tirkiyeyê bi kar neaniye

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê got: Iraq hê jî ti kartên zextan ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê bi kar neanîne.

Piştî komkujiya li Şêladizê hikûmeta Iraqê şandeyek leşkerî bi armanca lêkolînê û şopandinê şand herêma Behdînan.

Lê hîn encama wê serdanê nehatiye parvekirin.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê û parlamenter Herêm Kemal Axa derbarê wê serdanê de got:

“Hikûmeta Iraqê çend kartên zextan di destên wê de hene ku li dijî Tirkiyê bi kar bîne, lê heta niha ti kart bi kar neaniye.”

Kemal Axa diyar kir ku Iraq dikare li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyê bike û sûcdar bike.

Parlamenterê Hevpeyman a Saîrun ê li parlamentoya Iraqê Seîran Ecibî destnîşan kir ku hikûmet dikare bi rêya aborî zextê li Tirkiyê bike.

Back to top button