Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo îro bi merasîmekê şehîd Kesra Melek û Mizgîn Botan li Goristana Şehîd Delîl Seroxan oxir kirin.
Şehîd Kesra Melek û Mizgîn Botan di êrişa 30’ê Gulanê ya dewleta Tirk de şehîd bûn.
Di êrişê de dewleta Tirk bi balafirekê li Qamişlo erebeyek kir armanc.
Ji bilî herdu şehîdan, 3 sivîl jî birîndar bûbûn.
Îro merasîma herdu şehîdan li goristana Delîl Saroxan a li Qamişlo pk hat.
Şêniyên Qamişlo, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn .
Di merasîmê de axaftin hatin kirin, paşê wesîqeya şehîdan hat xwendin û cenazeyên wan bi sloganan hatin oxirkirin.