Salvegera 7’a komkujiya Amedê

Îro salvegera 7’an a komkujiya Mîtînga Amedê ya ku Bi hevkariya Mîta tirk û DAIŞ’ê li dijî kurdan pêk hate ye. Birîndarê komkujiyê diyar kirin ku dewleta faşîst çibike jî wê nikaribin vîna me têk bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê di 5’ê hezîrana 2015’an de bi beşdariya sed hezaran li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga “Mirovahiya Mezin” li dar xist.

DAIŞ’ê di mitîngê de bombe teqand û komkujî pêk anî.

Rexmî ku 2 hezar û 360 polîs li qadê wezîfedar bûn jî DAIŞ’ê bomb xist qada mitîngê û komkujî pêk anî.

Dikomkujiyê de 6 welatî jiyana xwe ji dest dan 400 kesî jî birîndar bûn.

Kesên ku di ku di Komkujiya 5’ê Hezîranê de birîndar bûbûn, diyar kirin ku êriş negihîştiye armanca xwe û çi bibe bila bibe wê li vîna xwe xwedî derkevin.

Piştre derket holê ku Erdogan ji bo hilbijartinan de ser bikeve vê komkujiyê daye kirin.

Back to top button