Li dijî gef û planên dagirkeriyê yên ser Şengalê, îro meşeke girseyî li Şengalê pêk hat.
Şengalîyan banga betalkirina peymanên li dijî Şengalê kir û hat xwestin ku rêveberiya xweser ya Şengalê were naskirin.
Bi dûrşmeyên “Axa me, Çiyayê me, Çeka me, xetên me yên sor in” û ” Bijî asayîş” Şengalî daketin qadan û gefên li dijî Şengalê şermezar kirin.
Welatiyên Êzidî ji hemû gund, bajarok, navçeyên Şengalê berê xwe dan navenda Şengalê û ji ber Hola Laleşê dest bi meşa xwe kirin.
Nûnerên saziyên Êzidiyan, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, oldar û bawermendên Êzîdî, rûspî, hêzên parastinê (YBŞ-YJŞ-Asayîşa Êzîdxanê) beşdarê meşê bûn.
Bi navê meşvanên Êzidî Şêx Cemîl Derwêş daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de banga hestiyariyê û berpirsyariyê li hêzên Şîe yên li Iraqê, hêzên Kurdistanê û saziyên navnetewî hat kirin ku li beramber Şengalê xwedî biryar û helwest bin.