PDK’ê dest bi polîtîkayeke nih kiriye ku berê ciwanên Êzidî dide derveyî welêt.
Gelek ji malbatên Şengaliyan ku li kampên Başûr biryara xwe dan ku vegerin ser cih û warên xwe.
Lê PDK li hember wan dibû asteng û deriyê sînor li hember ciwanan vekir da ku koçî derveyî welat bikin.
Dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê rê dide ku xelkê Şengalê koçî Ewropayê bike.
Rojane ji kampên Başûr kom bi kom derdikevin.
6’ê Tebaxa Îsal komek ji wan wargehan xwest di peravên navbera Tirkiye û Yewnanistanê de derbas bibe.
Lê jendirmeyên Tirkiyeyê rê neda wan û xwest wan bigire.
Lê Ciwan teslîm nebûn û reviyan.
Aqûbeta yek ji ciwanên reviyan Xêrî Nayîf Milko ku xelkê Şengalê ye, hîna jî nayê zanîn.