Li Kobanê cenazeyên 8 şervanên QSD’ê hatin oxirkirin

Li bajarê Kobanê bi merasîmeke heyîbet cenazeyê 8 şervanên QSD’ê li goristana şehîdan hatin oxirkirin.

Şervanên QSD’ê, Kemal Elî, Mihemed Bozo, Ehmed Şêx Nebî Mihemed, Îbrahîm Mistefa Muslim, Fadil Mistefa Tarbûş, Omer Hêder Îsmaîl, Mihemed Mistefa Îsa û Ehmed Yilmaz li Eyn Îsayê şehîd bûn.

Ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê îro bi hezaran şêniyên Kobanê merasîmeke bi heyîbet li goristana şehîdan li darxist.

Li goristanê piştî rêzgirtinê gelek kes axivîn.

Kesên axivîn gotin van cangoriyan nehişitin ku komkujî pêk werin û soza şopandina rêya şehîdan heta tunekirina terorê û bidestxistina serkeftinê dan.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin..

Dawiyê, cenazeyên şehîdan di nava slogan û tililiyên dayikan de hatin oxirkirin.

Back to top button