Li Şehba êrîşên 20’ê Çileya 2018′ an hat şermezar kirin

Koçberên Efrîn û pêkhateyên Şehbayê bi meşekê êrîşa dewleta Tirk a 20’ê çileya 2018′ an li dijî Efrînê, şermezar kirin.

Meş bi beşdarbûna bi hezaran ji koçberên Efrîn û pêkhateyên Şehbayê li ser riya navçeya Til Rifetê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mîtingê.

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

Dagirkeriya dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên xwe kurdan qir bike û li gorî berjewendiyên xwe li herêmên me tev bigere.

Li hember van kiriyaran jî bêdengiyeke cîhanî heye.

Emê heta dawiyê li dijî dagirkeran asta têkoşînê xurtir bikin.

Di dawiyê de bi siloganên na ji dagirkerî û bêdengiya dewletên navnetewayî bijî berxwedana Efrînî û Şehbayê bi dawî bû.

Back to top button