30 parlamenterên Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa girtiyên Behdnînan daxuyanî dan û ragihand ku tevî ku berdana bi merc ji bo girtiyên Behdînan derbas dibe, lê bi zanabûn di girtîgehê de dihêlin.
Di daxuyaniya parlamenteran de wiha tê gotin:
“Berpirsyartiya selametiya girtiyên Behdînan li stûyê Serdozgerê giştî û rêveberiya Girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê ye.
Pêwîst bû karê wan ê berdana bi merc bihata kirin, lê mixabin bi zanabûn û bi binpêkirina yasaya di quncika girtîgehê de hiştine.
Ev 26 roj in girtiyên Behdînan di grevê dene û rewşa tenduristiya hinekan nebaşe û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Ji ber vê pêwîst bû Rêveberiya Girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê karmendên xwe erkdar bikiriya û karê berdana bi merc a pêşkêşî Serdozgerê giştî bikiriya.”