Bi dehan ciwanên Kobanê daketin kolanên bajêr ku bi awayekî dijwar tê topbarankirin. Ciwanan anîn ziman ku ew ê li hember dagirkeriya Tirk û hemû hewldanên tirsandina şêniyan bisekinin.
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve taxên Kaniya Kurdan, Kobanê Nû, Girê Meştenûr, gundên Seftik, Boban, Kor Elî, Biyadiye, Zor Mixar, Şiyûx Jêrin û Şixyûx Jorîn ên rojavayê kantonê, gundên Qere Mox û Koran ên rojhilatê wê bi çekên giran topbaran kirin.
Tevî topbarana dijwar, bi dehan ciwanên bajêr daketin kolanan û li dijî êrişan xwepêşandan li dar xist.
Ciwanan di xwepêşandanê de, gotin ew ê li hember dagirkeriya Tirk, êriş û planên wê li ber xwe bidin ku dixwaze şêniyan bi van êrişan koçber bike da ku wê dagir bike.