
Desteya parlamenterên hikumeta Îraq û Başûrê Kurdsitanê bo lêkolînkirina bûyera 5’ê Hezîranê, çûn Metînayê.
Derbarê lêkolînkirinê de, bi navê desteyê Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan Reving Hirorî axivî.
Reving Hirorî diyar kir ku wan hevdîtin bi Waliyê Duhokê, rûspiyên Zaxo, Derkar û Batîfayê û keyayên herêmê re kirine.
Reving Hirorî da zanîn ku piştî hevdîtinê, serdana gundên Kestê, Hitor û Çelka yên Amediyê kirine.
Hirorî encama serdanê wiha ragihand:
“Ji ber êrîşên dewleta Tirk milet malûmilkên xwe berdane, ziyaneke mezin gihaştine cografya herêmê. Divê operasyonên leşkerî were rawestandin
Derveyê hêzên herêmê û yên Iraqê em hebûna hezeke din li vir rast nabînin”
Reving Hirorî di dawiyê de aşkere kir ku rapora desteyê wê ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî re were pêşkêşkirin.