Tevgera Pekîn a li derdora Taywanê metirsîdar e!

Ewropa û Amerîka rewşê bi metirsiyê binav dikin û piştevaniya ewlekariya Taywanê dikin.
Li hemberî vê, Moskow ragihand ku Pekîn di pêkanîna ewlekariya li welatê xwe de mafdar e.
Rewşa li hermê ji her demê aloztir e.

Artêşa Çînê li derora Taywanê tê û diçe.

Pekîn, danûstandinên rêveberiya Taywanê li gel welatên cîhanî, bi binpêkirina serweriya xaka welêt ve girê dide.

Gefên Pekînê welatên rojhilat û rojava jî xistine nava fikaran.

Rûsya piştgiriya xwe ya ji bo Pekînê ragihand û diyar kir ku ew li kêleka Çînê ye.

Moskow piştevaniya tetbîqatên Pekînê kir

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îdia kir ku mafê rewa yê Çînê heye, li hember gavên provokatîf bertekê nîşan bide.

Her wiha Moskow ragihand ku tetbîqata leşkerî mafê Pekînê ye.

Macron: Divê Ewropa bi mijarên wan eleqeder nekin re mijûl nebin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştî serdana xwe ya sê rojî ya Çînê, diyar kir ku divê Ewropa stratejiya xwe ya derbarê Taywanê de bişopîne û got:

” Divê Ewropa bi mijarên ku bi wan ve negirêdayî ne re mijûl nebe.”

Macron diyar kir ku divê Ewropa di navbera DYA û Çînê de helwesta xwe, weke xeta sêyemîn diyar bike.

Serokomarê Fransayê got:

Ewropaya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ketiye bin parastina leşkerî ya DYA’yê, dikare bibe hêza sêyem

Ji Almanya bo Fransa: Macron xwe îzole dike

Ev daxuyaniya Macron li Almanyayê rastî bertekan hat.

Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ya Almanyayê Norbert Rottgen bi gotinên tund rexne li Serokomarê Fransayê kir û got:

“Macron bi feraseta xwe ya serweriyê, li Ewropayê her ku diçe xwe îzole dike.”

Waşîngton: Em bi têkîliyên xwe yên bi Fransayê re bawerin

Koşka Spî jî têkîldarî vê mijarê daxuyaniyek da û got:

“Em bi têkiliyên xwe yên bi Fransayê re bawer in”

Back to top button