Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê sewqiyeta leşkerî hate kirin

Amadekariyên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê ji bo tevgera dagirkeriyê ya li dijî gerîla dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li gelek gundên ser bi sînorê Başûr ve sewqiyeta leşkerî hate kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo li dijî başûrê Kurdistanê tevgerke nû ya dagirkeriyê bide destpêkirin, amadekariyan dike.

Tê diyarkirin ku ev tevgera dagirkeriyê wê bi hevkariya PDK’ê bê kirin.

Di vê çarçoveyê de rojane ber bi gundên navçeya Çelê ya Colemêrgê ve sewqiyeta leşkerî tê kirin û li ser xeta sînor leşker û wesayîtên zirxî tên bicihkirin.

Li gorî agahiyan, şevê din li ser xeta sînor liv û tevgereke zêde ya leşkeran hebû.

Hat ragihandin ku leşkerên bi helîkopteran hatine veguhestin, li baregehên leşkerî yên li gundên Bêduhê û Orê yên Başûr hatine bicihkirin.

Her wiha liv û tevgera leşkerî li herêmê didome.

Back to top button