Cemal Şêx Baqî: PDK li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike

Li Kurdistanê bertekên li dijî planên dewleta Tirk û PDK’ê yên li dijî gerîla û amadekariyên wan yên êrişan zêde dibin. Siyasetmedar û kesayetên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re dan. PDK hat hişyarkirin û hat gotin ji ev tevger û siyaseta PDK’ê bi gelê Kurd dide windakirin û xizmetê ji dewleta Tirk re dike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji ajansa Hawarê re axivî.

Cemal Şêx Baqî diyar kir siyaseta ku PDK dimeşîne li dijî berjewendiyên gelê Kurd e û wiha got,

Cemal Şêx Baqî da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên partî û malbatî tev digere û li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike.

Nivîskar Cihad: PDK bi agir dilîze, dawiyê wê xwe jî û gelê Kurd jî bişewitîne

Nivîskarê Kurd Cîhad Mihemed jî li dijî heman planê derket û got:

“PDK bi agir dilîze ku di dawiyê de wê xwe jî û hemû gelê Kurd bişewitîne.”

Mehmmûd Keya Telan: Ger em ne yekgirtî bin wê destketiyên me têk biçin

Kesayetê ji eşîra Caf Mehmûd Keya Îsmaîl Telan jî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî..

Telan diyar kir ku ew li dijî şerê navxweyî ne û da zanîn bi vê rewşa heyî destketiyên Kurdan nikarin bên parastin.

Telan got, “Nabe mirovên xwedî wijdan şerê navxweyî qebûl bikin. Rewşeke bê aramiyê wê bibe sedem ku destketiyên me têk biçin.”.

Back to top button