Zeynep Murad: Tirkiye dixwaze xeyalên xwe yên Mîsaqî Milî pêk bîne

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad bal kişande li ser êrişên dewleta tirk ên dijî Başûrê Kurdistanê û got wê nikarin li hemberî gerîla bi ser bikevin. Zeynep Murad li dijî êriş û planên dagirkeriyê banga yekîtiyê kir.

Salek bi ser bicihbûn û avakirina baregehanên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê re derbas dibin.

Niha jî ji bo rawekirina dagirkeriya xwe, amadekariyên şerekî nû bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlayên HPG’ê dike.

Hevseroka Kongreya Netewa Kurdistanê KNK’ê Zeynep Murat derbarê êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê ji ajansa Jinnews re nirxandin kir.

Zeynep Murad da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dixwaze erdnîgariya xwe berfireh bike û xewna xwe ya mîsaqî mîlî pêk bîne..

Zeynep Murad: Bi desteka PDK’ê her devera başûrê kurdistanê bûne qereqol

Zeynep Murad diyar kir ku li dijî êrişan gelê kurd bi salan e têkoşînek mezin dide û êrişên pêk tên destkeftî û berjewendiyên wan dixe xeteriyê.

Zeynep Murad balkişand ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re ku weke cihê şermê bi nav kir û got:

PDK’ê bi bihaneyên nerast destekê dide dagirkeriyê, li her devera başûrê Kurdistanê li ser hesabê gelê wê baregeh û qereqolên Tirkiyê hatine avakirin.

Zeyneb Murad îşaret bi helwesta hikumeta Iraqê jî kir û anî ziman ku ew jî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî êrişan bêdeng e..

Zeynep Murad: Li dijî êrişan divê bi Yekîtiya Neteweyî bersiv bê dayîn

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad eşkere kir ku li gel zêdebûna êrişan têkoşîna gelê kurd jî xurtir dibe

Bi taybetî jî jin wê bikaribin pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin û bibin pêşengên serkeftinê jî.

Back to top button