Yekîtiya Jinên Êzidî: Armanca lêkirina dîwar berdewama plana DAIŞ’ê ye

Nerazîbûnên li dijî lêkirina dawarê di navbera Şengalê û Rojava de zêde dibin. Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî vê yekê got, “Armanca lêkirina dîwar berdewam kirina plana DAIŞ’ê ye.”

Artêşa Iraqê bi fermana desthilata Iraqê ev demeke di navbera Şengal û Rojava de dîwar lê dike.

Li ser vê yekê gelê êzidî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Em hewldana têkbirina vîn û erdîgariya gelekî, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hate bibîrxistin û hat gotin

Hêzên ku qaşo parastina herêmê dikirin, rasterast li pêşberî çavên cîhanê destek dan DAIŞ`ê û îro planên wan bi lêkirina dîwar pêk tînin.

Yekîtiya Jinên Êzidî di dawiyê de diyar kir ewê ji jiyana azad tawîzê nedin û têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button