Aloziya di navbera Çîn û Taywanê de

Fermandareke Çînê ragihand ku tetbîqata wan bi awayekî serketî derbas bû.
Taywanê li dijî tetbîqatê bertek nîşan da û fikarên xwe anî ziman.
Hikumeta Tokyo jî dibêje, egeriya êrişeke balafirên şer yên Çînê li ser Taywanê heye.

Çînê li derdora Taywanê sê rojan tetbîqateke leşkerî li dar xist.

Tetbîqatqa Çînê piştî sê rojan bi dawî bû

Fermandareke Çînê ragihand ku tetbîqata wan bi awayekî serketî bi dawî bû.

Rêveberiya Pekînê jî destnîşankirin ku serxwebûna Taywanê bi aştiya herêmê re li hev nayê.

Rêveberiya Çînê navê tetbîqata xwe ya leşkerî wek “Şûrê Yekgirtî” bi nav kir.

Di tetbîqata ku yekîneyên leşkerî yên cuda beşdar bûn de hat ragihandin ku di şert û mercên rastîn de îmkanên pevçûnê yên muhtemel hatine ceribandin.

Di medya dewleta Çînê de jî hate ragihand ku hejmareke mezin ji balafirên leşkerî jî beşdarî tetbîqata Pekînê li peravên Taywanê bûne.

Her wiha yekîneyên leşkerî yên girêdayî artêşa Çîmê her cure tetbîqatên ku di zûtirîn dem de serketinê bi xwe re bîne pêk anîne.

Taywanê bertek nîşanî tetbîqata Çînê da

Li dijî vê tetbîqata Çînê li Taywanê fikar û bertek zêde bûn.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku 11 keştî û 59 balafirên leşkerî yên Çînê li derdora Taywanê hatin dîtin.

Japonya: Îhtîmala êrişekî ji aliyê Çînê ve heye

Japonê jî têkîldarî tetbîqata Çînê daxuyandiyek da û diyar kir ku îhtîmala êrişa berfireh û rastî ji aliyê Çînê ve were pêkanîn.

Serfermandariya Giştî ya Japonya ya li Tokyoyê jî diyar ku keştiyên şer ên Çînê li Giravên Miyakoyê yên Okinawayê ku 230-430 kîlometreyan li başûr e hatin dîtin.

Back to top button