Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa êrîşî Şehbayê kir û vê carê gundê Şêx Îsa topbaran kir.
Topbarana artêşa dagirker doh derengiya şevê pêk hat.
Gundê Şêx Îsayê ku tije sivîl e bi awayekî bêserûber bi moşekan hat topbarankirin.
Hate ragihandin ku di encama topbaranê de 2 zarok û 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûne.
Her wiha çeteyên artêşa dagirker di heman rojê de ji gundê Kefer Xwaş ê herêma Ezazê 3 top avêtin navçeya Til Rifetê.