KNK: Pêwîst e PDK cenazeyên gerîlayan radest bike

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs êrişên PDK’ê yên li ser gerîlayan, şermezar kir û ji PDK’ê xwest cenazeyên gerîlayên di kemîna wan de şehîd bûne, radest bike.

Ehmed Qeremûs anî ziman “Ev şêwazê şehîdkirina gerîla ji pîvanên exlaqî dûr in û li dijî berjewendiyên gelê Kurd in. ”

Qeremûs eşkere kir wan hewl daye ku PDK cenazeyan radestî malbatên wan bike û got pêwîst bû piştî rojekê cenaze radestî malbatan bihatan kirin.

Ji ber vê, bang li PDK’ê kir ku dawî li vê curê helwest û êrişan bîne û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dawî bike.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs daxwaz ji PDK’ê kir ku cenazeyên gerîlayên şehîd bûne yekser radestî malbatên wan bike.

Back to top button