WALIYÊ MÛSILÊ JI BO BEŞDARBÛNA MERASÎMA PAQIJKIRINA BERMAHIYÊN DAIŞ’Ê, GIHAŞT ŞENGALÊ

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî ji bo beşdarî merasîma paqijkirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li Tilezêr bibe, gihişt Şengalê. 

Li navçeya Tilezêr wê merasîma paqijkirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi beşdarbûna, waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî, rayedarên hikûmeta Iraqê, fermandarên YBŞ’ê û berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk were.

Ji bo beşdarbûnê Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî gihîşt Şengalê.

Di nava beşdaran de wê wekîlê Serokwezîrê Iraqê jî cihê xwe bigre.

Wê di merasîmê de axaftin werin kirin.

Her wiha wê li ser vegera welatiyan jî bi Waliyê Mûsilê re nîqaş werin kirin.

Beriya mehekê Navçeya Tilezêr ji aliyê şervanên YBŞ’ê û tîmên paqijkirina mayînan ên artêşa Iraqê ve pêngava paqijkirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button