Balafireke bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker îro careke din li dijî Şengalê êrişek pêk anî.
YBŞ’ê ragihand ku di vê êrişê te tu ziyanên canî çênebûye û got:
“Li hemberî hemû êrişan divê gelê me li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa daxuyaniyek weşand.
YBŞ’ê diyar kir ku di vê êrişê de tu ziyanên canî çênebûye û wiha got:
“Dewleta qirker a Tirk demek dirêje tevgera xwe ya hewayî zêde kiribû.
Piştî hilbijartina li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo aramiya Şengalê xira bike, carek din ketiye nava hewldanan.
Bi taybet di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker a ji bo ku vegera gelê me yên ku di kampan de jiyan dike asteng bike, êrişên xwe yên hewayî pêk tîne. ”
YBŞ’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker hewil dide bi êrişan planên xwe yên qirêj li ser heremê didomîne.
YBŞ’ di dawî de li dijî van êrişan ev bang li gel kir:
“Divê gelê me li hemberî hemû êrişên dijmin rabin ser piyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin.
Divê gelê me li dijî van êrişan Şengalê biparêze.”