QSD’ê mikurhatinên 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê belav kirin

3 Çeteyên DAIŞ’ê ku demek berê, di çarçoveya operasyonên QSD’ê hatibûn girtin li kirinên xwe mukir hatin.
Van her sê çeteyan çikirine, çi zirar gihandine herêmê û xwestine çi bikin, QSD’ê jî ev mukirhatinên çeteyan belav kirin.
Em bi hevre binerin ev çete di mukir-hatinên xwe de, çi kirinan tînin ziman.

Malpera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî û bi dîmen, mikurhatinên endamên şaneyeke DAIŞ’ê, belav kirin.

QSD’e diyar kir ku endamên vê şaneyê di çarçoveya operasyonên ewlehî yên bi destekdayîna hêzên Koalîsyona Navnetewî de hatine girtin û wiha got:

“Demek berê hêzên me bi operasyoneke ewlehiyê şaneyeke terorîst ku ji 3 kesan pêk dihat, bêbandor kir.

Çeteyên di şaneyê de cih digirt, bi rêya kemîn û mayînan hêzên me dikirin hedef û hewl didan ku tirsê di nava sivîlan de belav bikin.

Çeteyê bi navê Emar Mihemed El Heco sala 1993’an li gundê Ehmediyê yê bajarê Dêr Hafir ji dayik bûye.

Ev çete dibêje ew ji sala 2013’an heta 2021 li Tirkiyê bû û li wir bi rêya kesê bi navê Ehmed Ebû El-Mecid DAIŞ naskiriye û hatiye perwerdekirin.

Ev çete piştre bo Sûriyê hatiye şandin û li bajarokê Kerame şaneyeke DAIŞ’ê ava kiriye.

Piştî salekê kesê bi navê Xelef Sayil jî tevlî şaneyê kiriye û wî kesî jî, Xelef Şiwêt û Xalid Silêman li komê zêde kirine û êdî bi hev re li dijî QSD’ê kar kirine.

Terorîstê bi navê Emar got wan çek, mayîn, madeyên teqemeniyê, çekên Kalaşnîkov, carcûr û bombe ji kesên din digirtin. Wan kesan ew çek û cebilxane li goristanan vedişartin, yê din jî dihatin û digirtin.

Dema em li Kerame bûn, berpirsiyarê me yê bi navê Ebdilselam li Cerablusê bû, wî di rêya hin kesên li Reqayê re çek ji me re dişandin û li beramber her operasyonekê pere ji me re rê dikir.

Çeteyê bi navê Mihemed Şiwêt jî got, dema li Kerame civateke Eşîran hebû, wan bi rêya motorsklêt û mayînan ew civat kirin hedef.

Emar û Xelef hatin cem min, wê demê li Kerame civateke eşîran hebû, Emar du mayîn bi xwe re anîbûn û ez û wî li motorsklêt siwar bûn.

Me mayîn danîn ser rê, dema erebe hat me mayîn teqandin lê ti ziyan negihîşt wê, piştre erebe li qiraxa rê sekinî û em jî vegeriyan malên xwe.

Li gorî mikurhatinên çeteyê bi navê Xalid Silêman jî, wan li ser rêya Girê Spî li dijî şervanên QSD’ê êrişek pêk aniye.

Emar û Şiwêt û Xelef El-Sayil hatin cem min, em çûn ser rêya li rojavayê Kerame û dema erebeya şervanan derbas bû me ew reşand.

Ev her sê terorîst di operasyoneke ewlehiyê ya QSD’e de li bajarokê Kerame yê li rojhilatê Reqayê, hatibûn girtin.

Back to top button